Akdogan li Civîna Meclisa Şêwrê ya Bajarê Enqereyê ya AK Partiyê ya li Salona Şûraya Wezareta Perwerdeya Neteweyî axivî û da bibîrxistin ku roja înê wan lîsteya namzedên parlementeriyê eşkere kir.
Akdogan qala lîsteya ku bi destên wan hat amadekirin kir û got ku mirov dikare bêje ku Enqereyê lîsteya herî bihêz a Tirkiyeyê derxist û wiha domand, "Em bi tîmeke xurt amadekariya 1ê Mijdarê dikin. Sibê di serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de emê civîna danasîna namzedên ji bo hemû Tirkiyeyê li dar bixin."
Akdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku hebûna AK Partiyê ji bo Tirkiyeyê sîgortayek e û AK Partî garantiya yekîtî û hevrabûna Tirkiyeyê ye.
- "Rêxistina terorê serî li her cure derewî dide"
Alîkarê Serokwezîr Akdogan diyar kir ku heyata însên pîroz e û wiha dewam kir, "Ji ber vêqasê emê jî xwedî lê derkevin. Lêbelê hin kes hewl bidin ku li herêmê birayên me yên kurd rehîn bigrin û îpotekê daynin ser îradeya wan, wêçaxê hewce ye ku li hemberê rêxistina terorê ewil em wan azad bikin. Divê heq û hiqûqa wan were parastin."
Akdogan bal kişnad ku operasyonan piştî êrîşên terorê dest pê kirin û wiha pê de çû:
"Ev ne sedemek e, encam e. Piştî hilbijartinê rêxistinê banga 'serhildanê' kir. Gotin ku wan, 'şerê gelê şoreşger' daye destpêkirin. Daxuyanî dan û gotin ku wan dawî bêçalakîbûnê anî û dû re jî êrîşan dest pê kir. Operasyon li ser van rûdanan hatin destpêkirin."
Akdogan got ku di vê pêvajoyê de bi tu awayî qîma xwe bi dezenformasyonan neyinin û wiha dewam kir:
"Rêxistina terorê her cure derewan dike. Evan aniha hûn dizanin, bi rêxistina paralel re mil dan hevdu, herdu jî di dinyaya derewan de dijîn, herdu jî eniya şerê ne. Digel hev tevdigerin.
Ji bo ku bendê derbas bike HDPyê beriya hilbijartinê tifaq kir, rêya xwe guherand. Ji bo derbaskirina bendê çiqas statûkoparêz, dujminên pêvajoya çareseriyê û paralel hene, bi hemûya re hevkarî kir. Ji bo ku bendê derbas bike kir, îxanetê pêvajoyê kir. Aniha jî di vê pêvajoyê de ji bo ku têkoşîna bi terorê re sabote bike hevkariyên bi vî rengî dike. Înşela emê bi hevra vê tifaqa şerê bişkênin."
Akdogan spasiya Alîkarê Serokwezîr Tugrul Turkeş jî kir û wiha got, "Ez gelek spasiya Tugrul beg dikim ku di pêvajoyeke wiha krîtîk de ewil berpirsiyarî hilda ser milê xwe û beşdarî hikûmeta hilbijartinê bû û dû re jî tevî pêşbaziya xizmetê û îdealê Tirkiyeya mezin a AK Partiyê bû, ez xêrhatina wî dikim."