12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 13 Nîsan 2016
TBMM
Serokê Giştiyê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku îmzekirina teklîfa guherîna qanûnê ya der barê parêzbendiyan qediya û îmzeya herî dawî wî avêtiye û wiha got, "Înşallah îro sibê wê teklîf li meclisê be. Wê eşkere bibe ka yên ku ji rakirina parêzbendan ditirsiyan kî ne."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe ya civîna koma partiya xwe da got, "Ji bo pêvajoya der barê parêzbendiyên wan qaşo parlementerên ku piştevaniya teror û terorîstan dikin hefteya bihurî teklîfa guherîna Makezagonê me pêşkêşî îmzekirinê kiribû. Îmzekirin qediya, berî nuha min îmzeya herî dawî avêt. Înşallah îro sibê wê teklîf li meclisê be. Wê eşkere bibe ka yên ji rakirina parêzbendiyan ditirsiyan kî ne û kî natirse."
- Mizgîniya seferên KKTCê û Hewlêrê
Davutoglu got, "Herwekî li Diyarbekirê bû, wê di nêzîk da seferên THYê ji Şanliurfayê ji bo Ercana Qibrîsa Bakur dest pê bikin. Ji bo seferên Hewlêrê jî xebatan dest pê kiriye."
- "Wê bi qanûnê statuya hiqûqî ji bo cemxaneyan bê qebûlkirin"
Serokwezîr Davutoglu der barê dayîna statuya qanûnî ya ji bo cemxaneyan got, "Ji bo ku statuya hiqûqî bidin navendên îrfanê yê kevneşopî û cemxaneyan, em xebatê dikin. Herwiha emê qanûnekê ji bo temînkirina pêdawistiyên van saziyan der bixin."