ANKARA
Serokê Giştî yê BDPê Selahatin Demirtaş û Cîgîrseroka Koma BDPê Pervîn Bûldan çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinek pêk anîn. Piştî ku duh serê sibê hevdîtin qediya ji navenda giştî ya BDPê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de peyama Ocalan bi çapemeniyê re hat parvekirin. Di peyamê de hat gotin pêvajoya ku dest pê kiriye bi giranî, cîdiyet û hûrgiliya xwe berdewam e. Her wiha dan zanîn ku hevdîtin û guftûgoyên bi dewletê re û xebatên li ser çareseriyê dewam dikin.
Di peyamê de ev hatin gotin: "Ez dixwazim di pêvajoya çareseriyê de zêde kêrhatî bim. Lê mixabin derfetên li vir gelek dorteng in. Ji ber vê yekê ez nikarim bi temamî xwe bidime vî karî. Ji bo ku ez xwe baş îfade bikim, divê hukûmet hin pêngavên berbiçav biavêje. Ez dixwazim aciziya xwe ya bo derfetan bînim ziman. Di rewşeke ku li derdorê Tirkiyê ev qas xetere hebin de, divê bihêlin û pêşî li min vekin da ku ez rola xwe bilîzim. Ya rastî heke ez li vir bi çapemeniyê re werim li bal hev û rasterast agahiyan bi raya giştî re parve bikim, dê ji bo pêvajoyê baştir be. Divê hukûmet vê der barê de nekeve şik û gumanan. Lewra em îro aştiya şerekî 40 salî û 50 hezar qurbanî pêk tînin."
Di peyamê de hat nîşandan ku di serê Îlonê de divê pêngavên merheleya duyem hatibin dawî û derbasî merheleya sêyem ya normalbûnê bibin. Ocalan di peyama xwe de wiha got: "Ez niha bê hêvî nebûme. Ez qala neçarî û xitimîneke pêvajoyê jî nakim. Lê belê li gor geşedanên li rojhilata navîn divê Tirkiye jî zehf bi lez tevbigere. Beriya ku meclis dest bi xebatê bike tê payînkirin ku hukûmet pêngavên berbiçav biavêje."
Wekî din di peyamê de ev hatin gotin: "Ez dixwazim ku TBMM jî di vê çareseriya dîrokî de bibe milek. Çimkî pêngavên ku dê bên avêtin, dê li gor berjewendiyeke hevpar ya Tirkiyê be. Ez tika dikim di vê pêvajoyê de her aliyên vê meselê bila hay ji tevgerên xwe hebin û li beramberî hev piçek bi feraset tevbigerin. Her çi qas rewşa ku ez tê de bim ne xerab be jî, dîsa ez ji bo rewşa gelê me ya ku tê de ye bo ku baştir bibe, li ber xwe didim."