12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
TBMM
Di Lijneya Gişkî ya Meclisê da xala 5an a teklîfa guherandina qanûna bingehîn ya ku tê da qala wezîfe û rayeyên Meclisê dike bi 343 rayên "erê" û 7 rayên "na"yê va hat qebûlkirin.
354 parlementer beşdarî dengdayîna veşartî ya Lijneya Gişkî bûn. Di dengdayînê da 343 rayên erê 7 rayên redê hatin dayîn, 3 ray vala derketin û rayek jî nehat qebûlkirin.
- Xala 4an a teklîfê bi 343 rayan hat qebûlkirin
Di Lijneya Gişkî ya Meclisê da xala 4an a teklîfa guherandina qanûna bingehîn ya ku tê da dibêje "Hilbijartina Meclisê û Serokomariyê 5 salan carê bi hev ra di heman rojê da tên kirin" bi 343 rayên erê û 139 rayên nayê va hat qebûlkirin.
486 parlementer beşdarî dengdayîna veşartî ya Lijneya Gişkî bûn. Di dengdayînê da 343 rayên erê 139 rayên redê hatin dayîn, 3 ray vala derketin û 2 ray jî nehatin qebûlkirin.
Bi teklîfa xala 4an va xala Qanûna Bingehîn a ku dibêje "Heyama Hilbijartina Meclisê" wek "Heyama Hilbijartinên Meclis û Serokomariyê" tê guherandin.
Li gor teklîfê hilbijartina Meclisê 4 salan na 5 salan carê ew ê bê kirin. Hilbijartina Serokomar jî wek ya Meclisê 5 salan carê bê kirin, hilbijêrê ji bo herdu hilbijaartina di heman rojê da herin ser sandiqê. Parlementerê ku dema wî qediyaye ew ê bikaribe carekî dîsa bê hilbijartin.
Di hilbijartina Serokomariyê da çaxa ku di tûra ewil da piraniya rayan neyê sitandin ew ê li gor usûlê derbasî tûra 2yan bin.