23 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
TUNCELÎ
Serokwezîr Bînalî Yildirim di mitînga xwe ya Tunceliyê da der barê bûyerên Dêrsimê da axivî û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir.
Serokwezîr Yildirim wiha axivî: "Me ji partiya muxalafetê ya sereke û serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu re digot "Werin em vê şermê ji erdê rakin, birînên berê em bipêçin" ditirsiya û navê bûyerê jî nedianî ser zimanê xwe. Zarokên vê axê belkî Kemal Kiliçdaroglu nas nekin. Çimkî wekî gava dinyayê navê wî Kemal Karakurt bû paşê wî paşnavê xwe guherand. Berê pir neheqî, xeletî çêbûn, em vê dizanin. Ya herî baş dizane ev ax e. Em nizanin ku di bûyerên Dêrsimê da zilmên çi qas mezin anîn serê mirovên ku li ser vê axê dijîn, lê bav û kalên me ev dîtin, hat serê wan. Em dixwazin ku yên li dû me tiştên wiha nejîn. Rêvebiriya yekpartî wê demê CHP bû, CHPyê çi got; 'Dêrsim serê kînorekê ye' û anîn welatiyên me yên li vê derê hemû kuştin, gunehê wan lê nehat û anîn bombe li ser wan da barandin. Emrê wan mezin kirin û îdam kirin."
- "HDPê milet xapand"
Serokweîze Yildirim HDPê jî rexne kir û got wan siyasete meşru terikand. Yildirim wiha dewam kir:
"Gel 7 hezîranê firsetek da van lê mixabin ev firset bi kar neanîn. Ketin bin telîmatên Qendîlê. Di navbera xwe û rêxistinên terorê da tu mesafe nehêlan. Têk çûn, çimkî wan gel xapand."