Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Bîngolê di mitînga partiya xwe da xitabî welatiyan kir.
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da bal kişand ser hevkariya di navbera HDP, CHP û rêxistina paralel da û wiha got: "HDP nebû partiya Tirkiyeyê, bû wekî CHPyê û heman fikrê diparêzin. Ji bo HDPyê du hevserok têrê nakin. Hûn dizanin HDP bûye berdevkê Paralelê. Pêşniyara min ji bo wan ew e ku bira sê hevserok hebin: Paralel, HDP û CHP. Lewra derdê Paralel, CHP û HDPyê ew e ku nehêlin AK Partî pêş keve û bi ser keve."
- "Li ber nexşeya Ermenistanê poz da"
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da destnîşan kir ku Hevserokê HDPyê (Demirtaş) dema çû Amerîkayê li ber nexşeya ku diyasporaya Ermenistanê di çarçoveya îdiayên der barê qetlîma ermeniyan da hemû herêmê wekî axa Ermenistanê nîşan dide, poz da û wiha dewam kir: "Yên ku dibêjin bav û kalên we, kurmanc, zaza û tirk li herêmê qetlîam kirine hene, hûn vê qebûl dikin? Hûn ê bibêjin bêbextno, li welatê me komkujî tuneye? Li wir dilê diyasporaya ermeniyan xweş kir, ji vir jî ji bo dilê cihûyan xweş bike, peyaman dide û dibêje 'Quds ciyê pîroz ê cihûyan e.' Quds ji bo kê pîroz e? Ji bo misilmanan, ji bo gelê me pîroz e."