Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder der barê pêvajoya çareseriyê de got ku "Me bi hikûmetê re di mijara Lijneya Şopandinê de li hev kir. Birêz Davutoglu Birêz Akdogan şûna ku li qadan bibêjin ku 'Pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke wisa ye ku em lê xwedî derdikevin' dê vê hevokê bibêjin, gelekî hêsan e. Dê bibêjin ku 'Wekî ku me soz da û me li hev kir em Lijneya Şopandinê filan rojê, filan wextê dişînin Îmraliyê.' Ev qas hêsan e."
Onder beriya ziyareta Sendîkaya Genel Îşê ya girêdayî DÎSKê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Onder li ser pirsekî der barê aqûbeta Pêvajoya Çareseriyê de got ku hikûmet pêvajoyê di nav demagojiyê de xeniqandiye û wiha axivî:
"Me bi hikûmetê re di mijara Lijneya Şopandinê de li hev kir. Birêz Davutoglu Birêz Akdogan şûna ku li qadan bibêjin ku 'Pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke wisa ye ku em lê xwedî derdikevin' dê vê hevokê bibêjin, gelekî hêsan e. Dê bibêjin ku 'Wekî ku me soz da û me li hev kir em Lijneya Şopandinê filan rojê, filan wextê dişînin Îmraliyê.' Ev qas hêsan e. Hewceyî bi demegojiyê tune. Me li hev kiriye birê min. Ne li pişt deriyên girtî jî. Berdevkê hikûmeta we jî derketiye û ji serokomar re dibêje ku 'Tu neheq î, me soz da' Ev çi hewce dike bila wê bikin. Hê jî derdikevin û vir û wir 'Em dê li pêvajoyê xwedî derkevin, wiha bikin, ew xwîn xwîna min e, ev xwîn xwîna yên din e.' Hewceyî bi van tune. Gelekî hêsan e. Ez car din dibêjim, 'Wekî ku me soz da û li hev kir em Lijneya Şopandinê filan rojê, filan wextê dê ji Îmraliyê re bişînin.' Ev qas hêsan e."
Hat bibîrxistin ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û di daxuyaniyên xwe yên di wê bernameyê de got ku dengên HDPyê di bin benda hilbijartinê de ne û nêrîna Onder a der barê vê yekê de pirsîn. Onder li ser vê yekê diyar kir k Davutoglu di vê mijarê de daxwaza xwe tîne ziman û wiha got "Tu kesî ku ji vê diayê re bibêje amîn tune, rastî jî wiha nîne."