Haydar Şahin
13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu nexweşxaneya ku birîndarên bûyera Siltanehmedê lê tên dermankirin ziyaret kir.
Serokwezîr Davutoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu û Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Thomas de Maîzîere hatin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Samatyayê.
Serokwezîr Davutoglu û heyeta bi wî ra qasî 20 deqîqeyan li nexweşxaneyê man. Sare Davutogluya maliya Serokzîr Ahmet Davutoglu jî tevlî ziyaretê bû.
Hat ragihandin ku li nexweşxaneyê 3 alman û tûrîstekî ji Norwêcê yên ku di bûyera Siltanehmedê da birîndar ketibûn hene.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û heyeta bi wî ra paşê derbasî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hesekiyê bû û birîndarên li wê derê jî ziyaret kirin.