13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Josteîn Nîelsenê ji Norwêcê yê ku di êrîşa terorê ya Siltanehmedê de ji lingê xwe birîndar bûbû, vegeriya welatê xwe.
Nîelsen di Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê de hat tedawîkirin. Piştî tedawiyê rayedaran ew bi ambulansê birin Balafirgeha Ataturkê û siwarî balafira Norwêcê kirin.
Beriya ku vegere welatê xwe Nîelsen pirsên rojnamevanan bersivand û wiha behsa bûyerê kir: "Ji bo ku ez herim welatekî din ez bi balafireke transîtê hatim Stenbolê. Ji ber ku mij hebû sefera me ya balafirê betal bû. Min û jina xwe jî biryar da ku em cihên dîrokî ên Stenbolê bigerin. Wexta ku em hatin Siltanehmedê li Dîkîlîtaşê teqîn çêbû. Min kesê ku xwe teqand nedît, ji ber ku ez qasî 15 mêtroyan dûrî wê komê bûm. Dema bûyer qewimî hundirê min qetiya û ez pir tirsiyam. Min cesedê gelek kesan dît. Rewşeke pir xirab bû."
Li ser pirsekî Nîelsen got ku gera wan a Stenbolê nîvcî maye û ew dixwaze careke din were Stenbolê.
Jina Nîelsen di teqînê de tu zirar nedît û rewşa wê baş e. Ew bi hev re bi balafira THYyê ve çûn Osloya paytextê Norwêcê.