Serokwezîr Ahmet Davuoglu, di beşa duyem a hevpeyvîna ku da televîzyona El Cezîreyê de, der barê pêvajoya çareseriyê û geşedan û bûyerên li herêmê qewimîn de axivî.
Davutoglu bal kişand ser serdema ku hikûmeta AK Partiyê bû desthilatdar û destnîşan kir ku di wê serdemê de hikûmetê ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo herêma Balkanan, Qafqasan jî polîtîkayên ku dê bişopîne amade kir. Davutoglu diyar kir ku Tirkiye welatekî piralî ye û polîtîkayên xwe jî li gor vê amade dike.
- Pêvajoya çareseriyê
Davutoglu li ser pirsa rojnamegerekî ya dê " Serokê PKKyê Ocalan peyamek şand û li gor peyamê heke di nav çend rojan de gav neyên avêtin dê pêvajo bi dawî bibe. Gelo hûnê kîngê dîsa dest bi mizakereyên pêvajoya çareseriyê bikin?" wiha got:
"Dema ku hûn li welatên cîran û yên dost binêrin hûnê bibînin ku gelek welat ji ber pirsgirêkên etnîk û mezhebî perçe dibin. Lê Tirkiye rê nade perçebûnê û ji çareserkirina pirsgirêkeke ku ev 30 sal in berdewam dike hewl dide. Pêvajoya çareseriyê çîroka herî herî girîng e ku tê de serkeftina Rojhilata Navîn tê vegotin. Em di vê mijarê de bi vîneke hêzdar tevgeriyan û hêj jî wisa berdewam dikin. Lê tu kes nikare ji bo pêvajoyê demekê diyar bike an jî pêvajoyê sînordar bike. Em wek hikûmet çi dikeve ser milên me bi cih tînin."
Davutoglu got ku di pêvajoya bi kurdan re tê meşandin de lihevkirin di bin xetereyê de nîne û wiha berdewam kir: "Têkçûneke wisa navborî nîne, tuneye. Helbet hin komên ji pêvajoyê aciz dibin hene. Di demên dawîn de hin kesên ku ji pêvajoyê aciz bûn, bi hinceta bûyerên Kobanê pirsgirêk derxistin. Me roja ku tezkere şand meclisê, me wê rojê pêvajoya çareseriyê jî îlan kir. Yanî mebesta me bi vê ev bû ku em ê pêvajoyê li gor rê û rêzikan di demeke diyar de bidomînin û bigihînin encamekê. Ya girîng ew e ku li Tirkiyeyê şerê etnîk û mezhebî dernekevin û pêvajo bi rêkûpêk berdewam bike."
- "Ji bo me Sirûc çibe Kobanê jî ew e"
Davutoglu destnîşan kir ku ji heman deriyê Tirkiyeyê re penaber derbas dibin, me ji tu însanekî pirs nekir me ne got "tu erebî, tu kurdî, tu tirkmenî; tu sunnî yî, tu şiî yî, tu xiristiyan î?" Davutoglu wiha berdewam kir:
"Kobanê yanî Eyn el Ereb û Sirûc birayê hev du ne. Divê em ji vê re rêz bigrin. Ez çûm li ku derê li ser vê axivîm û min ev yek vegot, min got em ji van sînoran re rêz bigrin. Heta wekî sîstema li Ewropayê çawa ku ewropayî ji Almanya bê paseport diçin Parîsê divê tirk jî bê pasaport karibin herin Erebistanê."