Önder Beyter
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2018
NÎGDE
Karmendê teqawid Cumhur Efeyê 57 salî ku li Nîgdeyê rûdinê, solên kevn temîr dike difiroşe û bi vî hawî alîkariyê dide budçeya malê.
Efe piştî ku di 2010an da teqawid bû, li taxa Esenbeyê dikaneke 2 metre çargoşeyî veguhest û kir atolyeya temîra şekalan. Efe solên welatiyan bi bihayekî erzan dikire, temîr dike û paşê jî cota wî bi 10-15 lîreyî difiroşe.
Efe di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku piştî ew teqawid bû gelekî wextê wî yê vala çêbû û ji ber hindê jî wî seba nirxandina wextê xwe û ji bo piştgiriya budçeya mala xwe dest bi vî karî kir.
Efe wiha xeber da, "Kesên li xurbetê û kesên ku xurde û kel û pelên kevnbûyî berhev dikin solên kevn ên ku nayên pêkirin tînin. Ez beramberê wan bedelekê didim û wan dikirim. Paşê ez wan temîr dikim û difiroşim. Anku dibe cureyek ji lixwevegerê. Ez jî perengekî parî nan qazanc dikim."
Efe bal kişand ku ew ji karê xwe xweş e û wiha dewam kir:
"Bi taybetî pale, rencber û karkerên înşeatan pêlavên destê duyemîn tercih dikin. Ez bi 10 an jî 15 lireyî difiroşim. Yên ku tên cem min ez wan destevala venagerînim. Ev dikana min ciyê feqîr fûqara, xerîb xûraba ye. Rebenek were û bêje 'perê min tuneye' ez bêpere şekalekî didimê û wî dişînim. Dikana min pir piçûk e lê ez şixulê xwe lê dikim. Ez ji heyata xwe xweş im."