19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar hat Şirnexa ku lê operasyonan dibin ser PKKya rêxistina terorê. Orgenral Akar der barê operasyonan da birîfîng hilda û yekîneyan kontrol dike.
Orgeneral Akar bi Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Salih Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Abîdîn Unal, Fermandarê Gişkî yê Cendirmeyan Orgeneral Galîp Mendî û Fermandarê Artêşa 2yan Orgeneral Adem Hudutî ra bi firokeyê va hate Fermandariya Lîwaya Hidûd a Cendirmeyan a 23yan.
Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su û rayedarên din li Akar û heyeta bi wî ra pêşwazî kirin.
Qedemaya fermandariyê beşdarî merasima cinazeyê Çawîşê Pispor ê Cendirme Serkan Has ê ku di operasyona li Şirnexê da cangorî ketibû bûn û paşê derbasî baregehê bûn.
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar û heyeta bi wî ra der barê operasyonên li Cizîr û Silopiya navçeyên Şirnexê da birîfîng hildan.