Özcan Yıldırım
06 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2025
Serokomar Recep Tayyip Erdogan dê sibê ji bo beşdariya 12emîn Zîrweya Teşkîlata Dewletên Tirk biçe Azerbeycanê.
Burhanettin Duranê Serokê Ragihandina Serokomariyê di parvekirina li ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku Serokomar Erdogan dê îcabetî daweta Îlham Aliyevê Serokomarê Azerbeycanê bike û dê ji bo beşariya zîrweya li bajarê Gebeleyê bike û wiha got:
"Di çarçoveya Zîrweyê da Danezana Gebeleyê jî di nav da tê pêşbînîkirin ku belge û biryarên cur bi cur bên qebûlkirin. Tê plankirin ku Brêz Serokomarê me di çarçoveya Zîrweyê da beşariya Civîna Konseya Serokên Dewletan bike û bi Serokên Dewlet û Hikûmetên beşdar ra hevdîtinan pêk bîne."