04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
ANKARA
Tirkiye pêdiviya xwe ya nefta xam ji welatên xwe yên cînar peyda dike. Di nav cînaran da di navbera rêbendan û tîrmeha 2017an da nefta ku ji Iraqê tê îtxalkirin peyderpey kêm bû. Tirkiyeyê di nav vê heyamê da di nav welatên cînar da herî zêde neft ji Îranê îtxal kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Saziya Verastkirina Piyaseya Vejenê (EPDK) berhev kir, Tirkiye herî zêde nefta xam ji Îran, Iraq, Rûsya, Erebistana Siûdî û Kuweytê îtxal dike. Par herî zêde ji Iraqê nefta xam hat îtxalkirin. Nefta ku Tirkiyeyê îsal di navbera rêbendan û tîrmehê da ji Iraqê îtxal kir, li gor par ji sedî 20,5 kêm bû û daket 4 milyon û 332 hezar tonî. Par ji Iraqê 5 milyon û 453 hezar ton nefta xam hatibû îtxalkirin.
Nefta ku Tirkiyeyê îsal di navbera rêbendan û tîrmehê da ji Îranê îtxal kir, li gor heman heyama par ji sedî 142 zêde bû û derket 7 milyon û 426 hezar tonî. Tirkiyeyê par ji Îranê di heman heyamê da 3 milyon û 64 hezar ton nefta xam îtxal kiribû.
Di nav 5 welatên ku Tirkiye jê neftê îtxal dike da para Îranê di nav 7 mehan da li gor heman mehên par ji sedî 23,33yan derket ji sedî 50,93yan.
Tirkiyeyê ji rêbendanê heta tîrmehê ji Erebistana Siûdî milyonek û 143 hezar ton, ji Kuweytê milyonek û 80 hezar ton û ji Rûsyayê 596 hezar ton nefta xam îtxal kir.
Li gor Rapora Piyaseya Nefta 2016an a EPDKyê par herî zêde neft ji Iraqê hat îtxalkirin û ew jî 9 milyon û 251 hezar ton e. 6 milyon û 939 hezar ton ji Îranê, 3 milyon û 234 hezar ton ji Rûsyayê, 2 milyon û 527 hezar ton Kuweytê û 2 milyon û 168 hezar ton nefta xam ji Erebistana Siûdî hatibû îtxalkirin.
Tirkiyeyê par bi tevahî 24 milyon û 957 hezar ton nefta xam îtxal kiribû.