Nihat Kavşut
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê bi têlefonê axivîn.
Li gor agahiyên çavkaniyê serokomariyê Serokomar Erdogan û Putîn di axaftina ku bi têlefonê hat kirin da ji xeynî Sûriyeyê di serî da mijara vejenê têkiliyên aboriyê yên herdu dewletan gotûbêj kirin.
Hat diyarkirin Serokomar Erdogan û Putînê Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê di axaftina bi têlefonê da bal kişandin ser destkeftiyên ji mekanîzmaya Astanayê hatin qezenckirin ku li Sûriyeyê ji bona rê li ber çareseriya siyasî vebe girîng in û gotin ku li gor pêvajoya Neteweyên Yekbûyî (NY) rejim û mixalif baldar û hesas tevbigerin.
Li gor agahiyan herdu serokan bal kişandin ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê.
Hat diyarkirin Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê da PYD/YPGya rêxistina terorê û komên di hîmayeya wê da cî negirin.
Li gor agahiyan Erdogan û Putîn destnîşan kirin ku bira Sûriye di navbera Îran û Îsraîlê da nebe qada şer û pevçûnê.