Serkan Kaya
12 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez di çarçoveya Civîna Serokên Hikûmet û Dewletan ya NATOyê da hevdîtin kirin.
Erdogan û Sanchez di roja duyemîn ya Civîna NATOyê da li Navenda Fuar û Pêşangehê ya LITEXPOyê hatin bal hev.
Di heyeta Erdogan da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun û Balyoz û Serşêwirmendê Serokomariyê Akif Çagatay Kiliç amade bûn.