Serkan Kaya
12 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte di çarçoveya Civîna Serokên Hikûmet û Dewletan ya NATOyê da hevdîtin kirin.
Serokomar Erdogan di roja duyemîn a Civîna NATOyê da li Navenda Fuar û Pêşangehê ya LITEXPOyê da hevdîtinên xwe didomîne.
Di civîna Erdogan û Serokwezîrê Hollandayê Rutte da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun û Balyoz û Serşêwirmendê Serokomariyê Akif Çagatay Kiliç jî amade bûn.