05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2015
ANKARA
Serokwezir Ahmet Davutoglu li ser dîmenên der barê endamekî rêxistina terorê yê ku hewl dabû bi rokêtavêjê êrîşî polêsan bike û hatibû kuştin da got ku tiştekî wisa tu carê nayê qebûlkirin, telîmat daye ku li ser dîmenan lêpirsînên hiqûqî û îdarî bidin destpêkirin.
Serokwezîr Davutoglu di daxuyaniya ku li ser facebooka medyaya civakî weşan da diyar kir ku dîmenên endamê rêxistina terorê tu carê teswîb nake.
Davutoglu wiha got:
"Der barê vê mijarê da telîmat hat dayîn ku lêpirsînên hiqûqî û îdarî bidin destpêkirin. Beriya her tiştî ev tevgerên şaş ji hêla teşkîlata ewlekariyê ya ku ji bo zirar negihêje tu sivîlekî bi baldarî xebatan didomîne, bi şev û roj ji bo ewlehiya welatiyan dixebite û di çarçoveya dewleta hiqûqê da canê xwe diavêje talûkeyê û wezîfeya xwe dike nayê teswîbkirin.
"Ez teehudê didim miletê me, dema ku têkoşîna dijî terorê bi biryardarî didomînin em ê misemeheyê nîşanî tevgerên şaş û yên ku meşrûiyetê xirab dikin nedin. Tirkiyeyê li dijî hovîtiya rêxistina terorê, têkoşînê di çarçoveya hiqûqê da bide."