03 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
ŞIRNAK
Li Bêytşebaba (Elkê) navçeya Şirnexê di encama êrîşa terorîstên PKKyî da leşkerek şehîd bû.
Li gorî agahiyan, komeke terorîstan, bi çekên lûledirêj û roketavêjan bi hevwextî êrîş birin ser Midûriya Ewlekariya Navçeyê, Fermandariya Cendirmeya Navçeyê û komelgehên xaniyên leşkerî.
Leşkerê ku di êrîşê da birîndar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bêytşebabê tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin û şehîd ket.
Piştî êrîşê bi mebesta girtina wan terorîstan operasyon dan destpêkirin.