HEWLÊR
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji bo avakirina hikûmeta 8emîn a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.
Peyama Serokwezîr Erdogan di malpera fermî ya Herêma Kurdistanê de hat weşandin.
Erdogan di peyama xwe de wiha got: "Ez hêvî dikim ku hikûmeta nû ji bo gelê Iraqê hizûr û silametiyê bîne. Çawa berê jî cenabê we heman wezîfe bi serkeftî kir, îcar jî hûnê vê wezîfeya xwe pêk bînin. Ez hêvî dikim ku ji hêla aboriyê ve pêşketinên we bidomin. Bawer dikim ku dê têkiliyên me yên dualî bi berfirehî berdewam bikin."
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye dê hevkariya xwe ya di warê ewlehiyê de bidomîne û wiha got: "Iraq di rewşeke hesas de derbas dibe û pêwîstî bi rêberiya we heye. Ji bo silametiya Iraqê pêwîstî bi hevkariya dualî heye. Ji ber parastina we ya penaberên ku ji Mûsilê direvin, ez we pîroz dikim. We deriyê xwe ji kesên ku ji Telaferê reviyan re vekir, piraniya wan birayên me yên tirkmen bûn. Înşelleh van şert û mercên dijwar dê nedomin. Bêguman gavên ku di vê heyamê de tên avêtin dê biratiya kurd û tirkan xurt bike. Di heyama hikûmeta nû de ez bawer im dê mafên tirkmenan bên parastin."