ÎSTANBÛL
Destûra Bingehîn der heqê bersûcên doza Balyozê de diyarkiribû ku mafên wan hatiye binpêkirin û li ser vê biryarê jî 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê jî ji bo tehliyebûna bersûcên doza Balyozê biryara tehliyekirinê da.
4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ji bilî vê jî ji bo kesên ku di doza Balyozê de hatibûn darizandin û ceza xwaribûn ji bo ku "înfaza der heqê wan de bê sekinandin û ji nû ve bên darizandin" biryar da.