ÎSTANBUL
Serokwezîr Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê beşdarî fitara Komeleya Karsaz û Pîşesazên Mustaqîl (MUSÎAD) bû û axivî. Erdogan di axaftina xwe de wiha got: "Welatên dinyayê, bi taybetî jî yên di warê demokrasiyê de pêş ve çûne, li hember bûyerên ku li erdnîgariya me diqewimin di nav helwesteke durû de ne. Ev yek jî mirov dixe qisawetê."
Erdogan dest nîşan kir ku dewletên navborî di mijara Efganistan, Filistîn û Iraqê de jî di nav heman helwesta durû de ne û wiha pê de çû: "Li Bosna Hersekê li ber çavê hemî dinyayê mirovên bêguneh û sivîl hatin qetilkirin lê dengê tu kesî derneket. Heman tiştî niha ji bo Suriyê û Misrê jî dikin."
-Xwepêşandanên li Qada Tehrîrê nayên wateya meşrûbûna derbeyê
Erdoğan wiha dewam kir: "Bi rojan Qada Tehrîrê nîşanî me dan. Bi rojan çalakiyên li dijî Mursî nîşanî me dan. Çalakiyên li Tehrîrê nayên wateya meşrûbûna derbeyê. Ji bo ku Serokomarê Misrê endamê Îxwanî muslimînê ye, derbe meşrû nabe. Ji aliyê din ve, li Qada Adewiyeyê jî xwepêşan hene û divê li gor mantiqa wan, ji bo vê jî derbe bê kirin. Yanî li Misrê bi tenê Qada Tehrîrê tuneye. Divê her kes berê xwe bide qadên din jî."
-Hemî derbe gayrî meşrû ne
Serokwezîr wiha dirêjî da axiftina xwe: "Em wek Tirkiyê di nav helwesteke pir zelal de ne. Li kuderê dinyayê dibe bila bibe û kê dike bila bike hemî derbe gayrî meşrû ne. Heke li Misrê rêveberiya niha bi hilbijartinê bihata û li dijî wê jî derbe hatibûya kirin, me dê dîsa ev yek rexne bikira û em ê li dijî wê bisekiniyana. Yanî bila her kes bizane ku derbe qetilkirina demokrasî û pêşeroja welatekî û gelê wî welatî ye."
-Qada herî mezin, ne Qada Taksîmê ye
Erdogan di axaftina xwe de qala bûyerên li Qada Taksîmê jî kir û wiha pê de çû: "Qada herî mezin, ne Qada Taksîmê ye, Qada Kazliçeşmeyê ye. Bila tu kes vê yekê ji bîr neke. Qadeke ku ji Qada Kazliçeşmeyê mezintîr jî heye, ew jî qada sandoqê ye. Wek berê dîsa dixwazin bi medyayê zorê bidin me. Hewl didin ku bi rêyeke derhiqûqî me di çavê gelê me de piçûk bikin. Bêbextiyan li me dikin. Lê em bi tenê pişta xwe didin Xwedayê Mezin û berê xwe jî didin gelê xwe yê ezîz."
-Pêvajoya çareseriyê dê bidome
Erdogan diyar kir ku bila her kes bizane, Tirkiye dê rêya xwe bidomîne û di nav yekîtî û yekbûnê de ber bi pêşerojê ve bimeşe û wiha got: "Naxwazin Tirkiye li herêma xwe hêzdar bibe. Dixwazin pêşî li pêvajoya çareseriyê bigrin û ji reforman re jî astengan derxin. Lê bila her kes bizane ku pêvajoya çareseriyê dê bidome."
Serokê MUSÎADê Naîl Olpak jî axivî û wiha got: "Derbeya li Misrê ne bi tenê demokrasî binpê kir, aramî û aştiya herêmê jî xirab kir. Li kuderê dinyayê dibe bila bibe û li dijî kê tê kirin bila bê kirin, em zîhniyeta derbeyê şermezar dikin."