ÎSTANBUL
Serokomar Gul, der barê xebatên makezagonê de got: "Ez der barê vê mijarê de berî niha gelekî axivîm. Niha jî Serokê Meclisê Cemîl Çîçek, tiştê ji destê wî tê dike. Ez hevîdar im ku encamek jê derkeve. Helbet em tev dixwazin ku makezagoneke nû were çêkirin."
Abdullah Gul, piştî nimêja îne pirsên çapemeniyê bersivandin. Pirsa der barê tendurustiya xwe de wiha bersivand: "Gelekî şikir, wekî ku hûn dibînin em baş in. Jixwe em li ofîsê dixebitîn. Îro jî hin hevdîtinên me hene. Ji yên ku li me geriyan re gelekî sipas dikim."
Gul, pirsa "Gelo pêvajoya çareseriyê xitimî?" jî wiha bersivand: "Niha ev mijar, mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye, a hikûmetê ye, a yekîneyên ewlehiyê ye, a her kesî ye."