Önder Beyter
31 Adar 2019•Rojanekirin: 31 Adar 2019
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu wiha got, "Înşelah bêyî ku bûyereke nexweş biqewime, welatiyên me dê terciha xwe bikin."
Kiliçdaroglu ji bo Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Mehelî hat Dibistana Seretayî ya Çukurambar Arjantînê.
Kiliçdaroglu di hewşa dibistanê da qederekê bi welatiyan ra sohbet kir û dû ra ligel jina xwe Selvi Kiliçdarogluyê di sandoqa jimare 4202 da raya xwe avêt.
Piştî ku raya xwe avêt, Kiliçdaroglu daxuyanî da rojnamegeran û got ku bira bi xêr û xweşî be.
Kiliçdaroglu wiha axivî, "Înşelah bêyî ku bûyereke nexweş biqewime, welatiyên me dê terciha xwe bikin. Hewa zehf xweş e, daran kulîlk vedaye. Bi rastî jî bihar e. Em dibêjin înşelah dê li dû adarê bihar were."