DIYARBAKIR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesud Barzanî û hunermend Şivan Perwer hatin Diyarbekirê. Wezîrê Xûrek, Çandinî û Heywandariyê Eker, Walî Kıraç û Parlementera Serbixwe Zanayê li ber deriyê otêlê Barzanî pêşwazî kirin.
Konvoya Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesud Barzanî û hunermend Şivan Perwer piştî 3 seet û nîvê gihişt Diyarbekirê.
Di têketina bajêr de Parlamenterê Diyarbekirê yê BDPê Altan Tan û welatiyan Barzanî û Perwer pêşwazî kirin. Bi pankartên ku li ser "Tu Bi Xêr Hatî Mala Xwe" dinivîsi hatin pêşwazî kirin. Di destê hin welatiyan de wêneyên bavê Mesud Barzanî Mela Mistefa Barzanî jî hebûn.
Ji ber qerebalixê rê hate girtin û bi kurdî û tirkî anons hatin kirin ku rê vebe.
Li ber deriyê otêlê jî Wezîrê Xûrek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Waliyê Diyarbekirê Mustafa Cahît Kiraç û Parlementera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zanayê Barzanî pêşwazî kirin.
Leyla Zanayê eşîrî li xwe kiribûn û wê û Barzanî hev hembêz kirin.
Şivan Perwerê ku piştî 37 salan hate Diyarbekirê jî xwe ber singê Altan Tan û Leyla Zanayê da. Şivan Perwer kelogirî bû û ji ber hezkiriyên wî li ber deriyê otêlê îzdîham çêbû.