BERLÎN
Arîkara Serokê Giştî yê BDPê Gultan Kişanakê diyar kir ku ev mehek e di pêvajoya muzakerayan de hin arîşe derdikevin û got ku pêvajo xitimî, nexwe arîşeyek heye. Hekemek hewce dike. Aliyeke sêyemîn hewce dike, hat dîtin ku ev yek teqez hewce ye."
Kişanakê di civîna çapemeniyê ya li Navenda Çapemeniyê ya Federal ya li Berlînê de axivî. Kişanakê parast ku der barê asta pêvajoya çareseriyê de hikûmeta ku dibêje "Çi ji destê min hat, min kir" gavên demokratîkbûnê yên binecih neavêtin.
Kişanakê diyar kir ku ji ber vê yekê pêvajo hinek bi ragêşî dibore lê dîsa jî berdewam dike û got ku akademîsyen, rojnamevan, komên ku dixwazin di çareserkirina pirsgirêkê de berpirsyariyê bigirin, divê bikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Gultan Kişanakê diyar kir ku di mijara çavdêrên pêvajoya çareseriyê de, ev salek e diaxivin û di hevdîtinên Îmraliyê de jî ev mijar tê rojevê. Kişanakê wiha axivî: "Ev mehek e di pêvajoya muzakerayan de hin arîşe derdikevin û got ku pêvajo xitimî, nexwe arîşeyek heye. Hekemek hewce dike. Aliyeke sêyemîn hewce dike, hat dîtin ku ev yek teqez hewce ye."
Rojnamevanan ji Kişanakê pirsa "Hûn dixwazin kîjan welat bibe alîgir" pirsîn, Kişanakê li ser vê pirsê wiha axivî: "Em di vê merhaleyê de nikarin rasterast navê dewletan bidin. Em vê dixwazin û li bendê ne ku welatekî bibêje ez dikarim vê yekê bikim. Her wiha mekanîzmayên wiha bi xwestina her du aliyan çêdibin. Aliyekî ku her du alî jî qebûl bikin pêwist e."
Kişanakê diyar kir ku di merhaleya ewil a pêvajoya çareseriyê de, di mijara koma çavdêr de li hev kirin û lijneya "Mirovên aqilmend" bi vê nêrînê hat avakirin. Kişanak got ku hikûmetê wek li dijî vê lihevkirinê, xebata lijneyê wekî xebata rayagiştî nîşan da, ev yek jî bû sedem ku di pêvajoyê de kêmnasî derkevin.
Kişanak da zanîn bi bawer e ku heke yek ji welatên rojavayî tevî pêvajoyê bikin, ji bo ku pêvajo bi rêk û pêk bimeşe dê mekanîzma bê kêmasî bên avakirin. Kişanak diyar kir ku PKKê pêvajoya paşdevekişînê rawestandiye lê belê agirbest berdewam dike. Kişanak got ku berdewamiya agirbestê derfeteke mezin e, ji bo ku ev bibe aştiyeke mayînde dîvê em hemu piştgirî bidin.
Gultan Kişanakê destnîşan kir ku divê muxalefet jî piştgirî bide pêvajoya çareseriyê, bi taybetî CHP divê di mijara pirsgirêka kurdan de bibe pariyeke ku siyaseteke berfirehtir dişopîne. Kişanak diyar kir ku divê pêvajo nebe qurbanê hesabên hilbijartinan û got ku di maweya hilbijartinan de dê ragêşî zêde nebe.
Di vê navberê de hat ragihandin ku Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş ji ber dirêjbûna bernameya xwe ya li Fransayê, nekarî beşdarî civîna çapemeniyê bibe.