Şaduman Türkay
28 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2024
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) komelek serdan li dar xistin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat bi dest xistin, Serokê MÎTê Kalin piştî serdana ku hefteya raborî li Bexdaya paytexta Iraqê li dar xist, îro jî serdana Hewlêra paytexta HKIyê kir.
Kalin di çarçoveya serdanê de digel Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxweyî ye HKIyê Rêber Ehmed herwiha komelek rayedarên herêmê û Serokê Eniya Turkmenî ya Iraqê Hasan Turan Parlementerê Kerkûkê yê Eniya Turkmenî Erşat Salihî civîn li dar xistin.
Di civînan de geşedanên herêmî, têkiliyên dualî û têkoşîna dijî terorê hat gotûbêjkirin û biryardariya Tirkiyeyê ya di warê terorê de bi mixateban hat ragihandin.