Dlshad Saifaalddin Ahmed
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
SILÊMANÎ
Yûsif Mihemed Sadiqê ku ji lîsteya Goranê wek Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê hat diyarkirin der barê têkiliyên digel Tirkiyê de got: "Tirkiye ji bo me welatekî giring e û deriyeke mezin e li ber ku bo dinyayê vedibe. Lê belê di paşerojê de û niha jî divê têkiliyên digel van dewletan di ser saziyan re bimeşin. Ne ku di ser partiyên siyasî û şexsan re. Di rabirdûyê de xelet bû ku ev têkilî wisa meşiyan. Têkiliya digel saziyan dê danûstendina herdu aliyan dirêjtir bike û herwiha dê wisa biîstiqrartir be. Dê xizmeta îstiqrarê li herêmê hemûyî bike. Lazim e em têkiliyên aboriyê bidomînin û herwiha peywendiyeke siyasî ya bihêz û xurt jî di pêşerojê de girêbidin."
Yûsif Mihemed der barê venegerîna parlamentoyê û hevdîtinên dawîn ên partiyên siyasî de daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Der barê kar û xebatên parlamentoyê de Yûsif Mihemed wiha axivî:
"Ji wê seeta ku Parlamentoya Kurdistanê hatiye betalkirin û hetanî niha, îradeyeke ciddî tuneye ku rê bide parlamento bêyî desttêwerdanê karê xwe yê yasaçêkirin û çavdêriya hikûmetê bike. 12ê Çiriya Pêşîn a 2015an rê li ber me hat girtin û 2 salan parlamento girtî ma. Şêweyê aktîfkirina berî referandûmê jî ne bi dilê me bû. Tenê ji bo meşrûkirina biryara referandûmê parlamento hat vekirin, loma jî me rast nedît û ez venegeriyam."
Der barê şêweyê desthilatê de jî wiha nirxandin kir:
"Referandûm diyarbûna şikestina sîstema desthilatê bû li Herêma Kurdistanê. Diyar bûye ku desthilata 25 sal in li Herêmê heye digel pêdawîstiyên îro de negunca ye. Loma divê em şêwazekî nû di mijara hukimraniyê de derxînin holê; serdemîtir, medenîtir, şeffaftir û demokrattır. Di vê sîstemê de lazim e berjewendiyên xelkê bibin pîvan. Ev yek jî li gor min ne zehmet e."
Ji bo helwesta Bexdayê jî got:
"Bexda xwe di şer de serkeftî dibîne, li gor min ev nêrîneke xelet e. Peydakirina aştiyê û serkeftina di aştiyê de pir mezintir û baştir e. Şer probleman çareser nake û ev rewş jî wisa nadome."
Der barê hevdîtinên partiyên siyasî, PDK û Goranê de jî agahiyên wiha parve kirin:
"Eger daxwaz ji me were kirin helbet bernameya me ji bo çareseriyê heye. Pêştir jî me di hevdîtinên Herêm û Iraqê de rola xwe lîstiye. Dîsa em dikarin karê bikeve ser me encam bidin."
Wek din anî ziman ku maddeya 140î ya Destûra Iraqê dê kêşeyan çareser bike
Li ser têkiliyên digel Tirkiyê jî wiha axivî:
"Mecbûriyeteke cografî heye. Kes nikare ji vê bireve. Em bi Tirkiyê re di vê cografyayê de cîranê hev in. Hem digel Îranê hem jî digel Tirkiyê cîran in. Paşerojeke tarîxî û şaristanî me di vê herêmê de kom dike. Ji bo me hemûyan wisa baş e ku têkiliyeke dostane û germ hebe. Divê em rêzê ji hev re û berjewendiyên hev re nîşan bidin. Gelek berjewendiyên me yên hevpar bi Tirkiye û Îranê re hene. Tirkiye ji bo me welatekî giring e û deriyekî mezin e li ber me ku bo dinyayê vedibe. Lê belê di paşerojê de û niha jî divê têkiliyên digel van dewletan di ser saziyan re bimeşin. Ne ku di ser partiyên siyasî û şexsan re. Di rabirdûyê de xelet bû ku ev têkilî wisa meşiyan. Têkiliya digel saziyan dê danûstendina herdu aliyan dirêjtir bike û herwiha dê wisa biîstiqrartir be. Dê xizmeta îstiqrarê li herêmê hemûyî bike. Lazim e em têkiliyên aboriyê bidomînin û herwiha peywendiyeke siyasî ya bihêz û xurt jî di pêşerojê de girêbidin."