Du balafirên kargoyê yên ku Tirkiyeyê bi wan arîkariya leşkerî şand Iraqê, gihaştin paytext Bexdayê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê bi dest xistin du balafirên leşkerî yên cureya C-130 ên ku tê de arîkariyên ku Tirkiyeyê ji Iraqê re şandin, li Baregeha Hewayê ya Leşkerî ya El- Mûsennayê ya ku 20 kîlometro rojhilatê paytext e, danî. Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê yê Tirkiyeyê Farûk Kaymakci arîkarî teslîmê Wezareta Parastinê ya Iraqê kirin.
Balyozxaneya Bexdayê yê Tirkiyeyê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tirkiye hem di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî DÎŞIyê de, hem di asta dualî de, di mijara terorê de her dem ligel gel û hikûmeta Iraqê ya dost û bira bû û dê ligel wan be. Tirkiye piştgiriya xwe ya ji bo yekîtî û bihevrebûna Iraqê, îstiqrar, ewlehî û gumrahîya Iraqê çi ji destê wê bê dê bike û piştgiriya xwe berdewam bike."