ANKARA
Serokwezîr Davutoglu der barê êrîşa çekdar a li Parîsê de got ku "Bi tu awayî nikarin van êrîşên terorê bi dînê îslamê ya ku dinê aştiyê ye re têkildar bikin, tu hincet nabe mahneya van êrîşên terorê. Em wek Tirkiye her dem li dijî van êrîşên terorê sekinîn. Em bêyî ku li paşxaneya wê û hinceta ku xwe dispêrê binêrin li dijî sekinîn û dê niha jî li dijî derkevin. Berpirsyariya hevpar a me hemûyan e ku em nehêlin ku ji van êrîşên wiha derkevin û bi awayekî bibin sedemê pevçûnên çandî an jî bibin sedem ku helwestên nijadperest derkevin holê."