ANKARA
Kadroya sereke ya PYDya milê rêxistina terorê ya Sûriyeyê ya PKKyê ji milîtanên PKKyê yên ku ji mijdara 2011an vir va ji Qendîlê hatin, pêk tê. Gelek kesên ku berî niha rêvebiriya PKKyê dikirin niha li bakurê Sûriyeyê kar û barên PYDyê birêva dibin.
Ser rêvebiriya PKKyê, rêxistina herî mezin a ku li çar aliyê 'qaşo Kurdîstanê' belav bûye wek "KCK"yê bi nav dike. Li gor vê binavkirinê PKK milê KCKyê yê li Tirkiyê, PYD milê KCKyê yê li Sûriyeyê ye. Herwiha milê rêxistinê yê Iraqê wek PÇDKyê û milê rêxistinê yê Îranê jî wek PJAKê bi nav dike.
PYD li ser telîmata serokê rêxistina terorê PKKyê Abdullah Ocalan di sala 2002yan da hat damezrandin. Herçiqas têkiliya di navbera rêxistinan da bê veşartin jî PYD bi PKKyê va girêdayî ye.
PYDyê di navbera 2003 û 2015an da kongre li dar xistin û li gor biryarên kongreyê vesaz bû. Ev kongre di kampên ku rêvebiriya wan PKK dike da hatin kirin. Ji mijdara 2011an vir da di serî da Qendîl ji kampên PKKyê yên li Iraqê mensûbên PKKyê yên bi tecrube dişînin Sûriyê. Bi van kadroyan YPGya milê biçek yê PYDyê hat avakirin.
- Alîkariyê dide terora li Tirkiyê jî
Hêzên ewlehiyê tespît kir ku PYD ji kewçêra 2015an vir da alîkariya çek û muhîmatê dide PKKyê.
PYD di ser xeta navbera Qamişlo-Nisêbîn, Kobanî-Suruç û Efrîn-Amanosan da alîkariya cebilxanê dide PKKyê. Di nav muhîmatên ku dişînin da çekên dijetank, roket û çekên giran digel guleyên û dijebalafiran hene.
Li Enqerê di 17ê sibat û 13ê adarê da du êrîşên terorî pêk hatin û di her du bûyeran da jî navê YPGya milê biçek ê PYDyê derbas bû. Wezareta Karên Navxweyî do eşkere kir ku êrîşkarê ku êrîşa 13ê adarê li dar xist di sala 2013an da tevlî PKKyê bû, paşê derbasê Sûriyeyê bû û di nav YPGyê da perwerde bû.
- Serkêşê rêxistinê "Bahoz Erdal" e ku ji Qendîlê hatiye
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li ser PYDyê gotina Fehman Huseyînê bi nasnavê "Bahoz Erdal" ku ji Qendîlê hatiye derbas dibe. Her çiqas wekî ku Salih Mislimê bi nasnavê "Ebû Welat" PYDyê îdare dike xuya bike jî di rastiyê da serkêşê rêxistinê "Bahoz Erdal" e ku ji Qendîlê hatiye û rêxistinê îdare dike.
Huseyîn ji nîvê sala 2014an vir va ji Qendîlê hatiye Sûriyeyê û rêxistinê li gor stratejî û polîtîkayên Qendîlê îdare dike û li ser kadroyên PYDyê disepîne.
Huseyînê ku di navbera salên 2003-2009an da berpirsiyarê giştî yê HPGya şaxa PKKyê bû, di navbera salên 2001-2013an da berpirsiyarê PKKyê yê Tirkiyeyê bû. Huseyîn sala par ji Qendîlê derbasî Sûriyeyê bû.
- Endamê lijneya rêvebiriya PKK/KCKyê bû fermandarê PYDyê.
Ferhat Ebdî Şahinê bi nasnavê "Şahin Cilo Kobanê-Mezlûm" ku endamê lijneya rêvebiriya PKK/KCKyê bû, wek berpirsiyarê kar û barên PYDyê bû fermandarê PYGya şaxa çekdar a PYDyê.
Şahinê ku di sala 1990î da tevlî PKKyê bû, di salên 1997-2003yan li Ewropayê û di 2003-2004an da li kampa Mexmûra li bakurê Iraqê ma. Şahin di 2005an da wek endamê lijneya rêvebiriya bilind a PKKyê wezîfe kir û di 2012an da derbasî Sûriyeyê bû. Şahin dema ku McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DAEŞê yê Barack Obamayê Serokê DYAyê di 31ê rêbendana 2016an da çû serdana Kobanêyê li wir bû.
Nûreddîn Mihemedê endamê biryarê yê rêvebiriya bilind ê Sûriyeyê yê PKK/KCKyê di sala 1990an da tevlî rêxistinê bû. Di nîsana 2009an da di ciyê Fehman Huseyîn da bû berpirsiyarê HPGyê. Mihemed ji sala 2013an vir va di rêvebiriya bilind a Sûriyeyê ya rêxistina da ji mijarên siyasî berpirsiyar e û di heman demê da ji kantonan berpirsiyar e.
Asya Evdila endama rêvebiriya biryarê ya bilind a Sûriyeyê ya PKK/KCKyê ye û bi Salih Mislim ra hevserokatiya PYDyê dike. Evdila qederê 25 sal e di nav rêxistinê da dixebite û beriya Sûriyeyê li Qendîl û Gareyê bû.
Evdila ji hêla Serokomarê Fransayê Farnçoîs Hollande va tevî fermandara Yekîneyên Parastinê ya Jinan (YPJ) ya PYDyê Nesrîn Evdila li Qesra Elyseeyê hatibû pêşwazîkirin.
- Alîkarê Serokê PYDyê Welîd Xelîlê bi nasnavê "Aldar Xelîl"
Xelîl di tîrmeha 2013yan da di Kongreya 9emîn a PKK/KCKyê da wek endamê lijneyê, di îlona 2013yan da jî di Kongreya 11emîn da ji meclisa rêxistinê hat hilbijartin. Xelîl hê jî alîkarê serok e.
Evdila Şenê bi nasnavê "Hemze Botan" û Îskan Akyuzê bi nasnavê "Heqî Gabar" ku merivên girîng ên Xelîl û PKK/KCKyê ne û wêneyên wan di çapemeniyê da derketibûn.
- "Hemze Botan" Abdullah şen
Şenê ku xebatên fînansê yê PKKyê rêva dibe di adara 2014an da di dadgeha bilind a Dusseldorfa bajaroka Almanyayê da bi hinceta endamtiya rêxistina terorê ya biyanî va 6 sal ceza xwar. Di daxuyaniya dadgehê da hat diyarkirin ku Şen di navbera salên 2003 û 2004an da berpirsiyarê herêma navîn ê Almanyayê bûye û di 19ê gulana 2005an da çûye Tehranê paşê jî hetanî sala 2007an da di qampên rêxistinê ên li bakurê Iraqê maye.news_share_descriptionsubscription_contact
