22 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
ANKARA
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Fîkrî Işik, diyar kir ku ew ji bo şerê li dijî terorê û îstiqrara herêmê li Başîkê ne û got: "Eger ev sedem nemînin Tirkiye jî li wê derê namîne. Me ev ji Iraqê re jî got, îzah kir. Atmosfereke baştir û têgihîştineke berfirehtir heye, lê mixabin hin siyasetmedar her daîm vê dikin malzemeyê polîtîka navxweyî. Zorê li hikûmeta Iraqê dikin ku zextê li ser vê mijarê çêke. Ya rastî em bikarin vê yekê qebûl bikin."
Işik di weşana zindî ya qenala NTVyê de cewaba pirsên der barê rojevê da.
Wezîr Işik li ser rewşa dawîn a Kampa Başîkê destnîşan kir ku li Binkeya Gedûyê 6 hezar însan perwerde kirine û piraniya wan di qadê de li dijî DEAŞê şer dikin.
Herwiha ragihand ku eskerên Tirkiyê li wê derê nêzîkî 700 milîtanên DEAŞê kuştine û wiha dewam kir:
"Sedemê sereke yê mewcûdiyeta me ya li wir, derxistina DEAŞê ji herêmê ye. Armanca me bidawîanîna bêîstiqrarî û piştgiriya şerê li dijî terorê ye. Eger ev sedem nemînin Tirkiye jî li wê derê namîne. Me ev ji Iraqê re jî got, îzah kir. Atmosfereke baştir û têgihîştineke berfirehtir heye, lê mixabin hin siyasetmedar her daîm vê dikin malzemeyê polîtîka navxweyî. Zorê li hikûmeta Iraqê dikin ku zextê li ser vê mijarê çêke. Ya rastî em bikarin vê yekê qebûl bikin."