22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê îdiaya ku di pêvajoya referandumê da bi MHPê ra wê kampanyaya hevpar bê kirin da got: "Wek AK Partî em ê bernameyên xwe cuda çêkin, ew ê cuda çêkin. Ez nikarim niha formata wê bibêjim, lê belkî di nav pêvajoyê da em di bernameyek du bernameyan da bi hev ra bin. Ev ê jî di nav mitabaqateke dualî da çêbibe, lê di prensîbê da her du partî wê kampanyayê cuda bikin."
Serokwezîr Yildirim li Qesra Çankayayê bi nûnerên medyayê ra hat bal hev û destnîşan kir heta ji destê wan tê di siyasetê da rakêşiyê naxwazin û wiha pê da çû: "Daxwaza me ew e ku lihevkirin hakim be. Em di nêrîneke wiha da ne. Lê belê xetên me yên sor hene, nirxên me hene. Ku êrîşeke li ser wan nirxên me hebin jî em nikarin histûyê xwe li ber wê xwar bikin, bersiva ku hewce dike em ê bidin."
Yildirim bal kişand ser kampanyaya ku CHP birêva dibe û got: "Vêga qasî xuya dike CHPyê kampanyaya xwe nerm kiriye. Bi min jî divê uslûb ne cudaxwaz û tund be û divê mirovan hembêz bike. Vaye geşedaneke pir baş e ku vegotinên wekî xaîntî, yên ku kêfa gel pê ra naçe û vegotinên ku welatî bi tu awayî heq nakin, tunene. Bi min ji bo demokrasiyê, yekîtî û tifaqa gel, ev vegotin, vegotineke rastir e. Lêbelê dê çiqas bidome, ez nizanim."
Serokwezîr Yildirim der barê îxracên bi KHKyan da jî wiha pê da çû: "Kesekî ku bi zanetî di nav vî karî de ye kesê hesbelqeder xwe nav wê de dîtiye, heya em wana ji hevdu veneqetînin rabin pevajoyeke mexdurbûnê niha bidin destpêkirin, ev ne rast e. Em vê rewşê li ser têkoşîna xwe wekî egera şikê qebûl nakin, xebatên ji hevdu cudakirinê jî lazim e gelekî zêde dirêj nebe."
Yildirim di hevdîtina bi nûnerên medyayê ra ragihand Tirkiyeyê nîşanî hemû dinyayê da ku bi rêxistina terorê ra bi taybetî DEAŞê ra têkoşîna herî xurt da û li ser vê qîl û qal nekir û dora 3 hezar mensûbên DEAŞê kuşt.
Pirsa Kemal Kiliçdaroglu ya 'Li Reqqayê çi karê we heye' hat bibîrxistin û Serokwezîr Yildirim wiha bersiv da: "Dema hin kes kûrahiya bûyeran nizanin axaftinên wiha dikin. Eger li Reqqayê karê we nebe, karê wan li welatê we çêdibe. Karê me ew e ku em karê wan yên vê derê bidin sekinandin, wana ji holê rakin, koka wan biqelînin."
Serokwezîr Yildirim di mijara îadekirina Fetullah Gulenê serkirdeyê FETOyê yê li DYAyê jî got: "Ez dibînim ku vê rêveberiyê ji bo me girîngiya meseleyê baştir fêm kiriye. Zêhniyeteke cuda, ew ê erênî be, pêşbîniya me ev e."
Yildirim destnîşan kir ku ewê kongreya xwe ya normal di sala 2018an de bikin û ji ber vê yekê jî li gor encama referandumê bernameya kongreyê wê naguhere.