Nihat Kavşut
08 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bona hewldanên kêmkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îranê da wê sibê here serdana Iraqê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva hat diyarkirin Mevlut Çavuşoglu ji bona hewldanên diplomatîk yên kêmkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îranê da ji bona rojekî wê di 9ê Çileya 2020an da here serdana Iraqê.
Hat destnîşankirin di serdanê da ji xeynî geşedanên herêmî wê meseleyên dualî jî bên gotûbêjkirin.