Muhammet Kurşun
13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê helwesta Yekîtiya Ewropayê li ser Tirkiyê de got: "Yekîtiya Ewropayê di serdema referandûmê de ji aliyê têkiliyan ve îmtihaneke baş derbas nekir. Hetta di hewla derbeyê de jî welatên Ewropayê di sinifê de man."
Serokwezîr Yildirim pişî hevdîtinên digel Serokwezîrê Bulxaristanê Boyko Borisov li Koşka Çankayayê û civînên navbera heyetan civîna hevpar li dar xist.
Yildirim rexne li Yekîtiya Ewropayê girt û nirxandina xwe wiha kir:
"Yekîtiya Ewropayê di serdema referandûmê de ji aliyê têkiliyan ve îmtihaneke baş derbas nekir. Hetta di hewla derbeyê de jî welatên Ewropayê di sinifê de man. Lê em ketin serdemeke nû. Di vê serdemê de divê Yekîtiya Ewropayê jî vizyona xwe ya pêşerojê careke din di ber çavan re derbas bike û li gor wê biryaran bistîne. Wek Tirkiye em dixwazin mizakereyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê bidomînin. Em dixwazin muzakereyên Yekîtiya Gumrikê nû bikin. Ev îrade bi me re mewcûd e."