Ji wezaretê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku duh Serokomarê Iraqê Fûat Mesûm ji bo avakirina hikûmeta nû Haydar el Abadî wezîfedar kir, ev rewş û geşedaneke girîng e û wiha dewam kir, "Em ji bo wezîfeya Birêz el Abadî serkeftinê jê re dixwazin".
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hikûmet çi qas zûtir bê avakirin, Iraqê ew qas zûtir ji qeyranê bifilite. Ji ber vê çendê em bangî hemû pêşengên siyasî dikin ku destekê bidin avakirina hikûmeta nû."