23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li gom û taxeke Silîvana navçeya Diyarbekirê ji ber têkoşîna li dijî PKKya rêxistina terorê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku ji bo bêtesîrkirina kar û xebatên rêxistina terorê ya li dehl û çiyayan û berterefkirina mensûb, serkirde, baregeh, kozik û cebilxaneyên rêxistinê wê operasyon bê kirin.
Hat gotin ku li herêma operasyon lê bê kirin ji bo ewlehiya can û malê welatiyan û bi armanca welatî di operasyonê da zirarê nebînin li Goma Qaso û Çaldereya Taxa Silîvanê saet ji 06.00î vir va qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniyê da ji welatiyan hat xwestin ku bila ji bo silametiya can û malê xwe qedexeyê binpê nekin.