Sevim Hatun
22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
BITLÎS
Li Tatwanê 3 terorîstên ku êrîş birin ser hêzên ewlekariyê hatin kuştin, di bûyerê da yek ji wan bi giranî 3 welatî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên polêsan li ser rêbeja navbera Tatwan-Wanê kontrolê rûtîn dikirin. Mensûbên PKKya rêxistina terorê yên ku bi tirimbêlekê hatin li vir bi roketavêj û çekên lûledirêj va êrîşê hêzên ewlekariyê kirin.
Hêzên ewlekariyê li hemberî terorîstan bertek nîşan da. Di şerê navbera hêzên ewlekarî û terorîstan da 3 terorîst hatin kuştin. Li herêma bûyerê yek ji wan bi giranî 3 welatî birîndar bûn.
Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tatwanê.
Hejmareke zêde wesayitên zirxkirî sewqî cihê bûyerê hatin kirin, li herêmê xebatên lêgerînê dewam dikin.