Haydar Şahin
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
BURSA
Kesên ku ji bo tetîlê Uludaxa navenda tûrîzma zivistanê tercih dikin li rasta servekirî di binê berfê da kêfa ava hewzê derdixin.
Li "herêma otêlan" a bilindahiya wê hezar û 850 mêtre ye, germahiya hewaya wê di binê sifirê da 10 pile ye û qalindiya berfê digihêje mêtreyekê kesên ku di nav rojê da xwe dişiqitînin, snowbordê dikin û bi motora berfê va digerin ji hewza ava germ a li rexê pîstan jî îstifade dikin.
Tetîlvan eleqeyê nîşanî hewza bi ava germahiya wê 37 pile ye didin, di hewaya sar û berfê da tiştekî cuda diceribînin û kêfxweş dibin.
"Bi rastî mişterî memnûn dibin"
Murat Pinarciyê Midûrê Otêlê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kesên di nav rojê da xwe dişiqitînin, snowbordê dikin û bi motora berfê va digerin bi gelemperî berêvarê jî dikevin hewza ava germ.
Pinarci destnîşan kir ku li Uludaxê hewzên wekî vê hewzê tunin û wiha pê da çû:
"Dema me otêl ava kir ev hewza jî çêkir. Projeyên wekî vê li nav û dervayî welêt jî hebûn. Me jî xwest ku li Uludaxê çêkin. Bi rastî mişterî jî memnûn dibin. Em bi piranî tûrîstên xwecî dixin mêvan. Mêvanên me yên Ereb jî hene. Xêncî van me di rêbendanê da ji mêvanên ji Rûsya, Azerbeycan, Belçika, Almanya û Fransayê ra jî malxwedîtî kir. Mêvan ji hewzê memnûn dimînin."
"Ev kêfxweşiyeke cuda ye"
Şaban Ozdemirê ji bo tetîlê ji Kirikkaleyê hat Uludaxê jî diyar kir ku ev cara ewil e tê vê derê.
Ozdemir got, "Berf hinekî kêm e lêbelê xweş dibare. Em berê jî hatibûn Uludaxê lêbelê ev cara ewil e ku di binê berfê da dikevin hewzê. Ev kêfxweşiyeke cuda ye. Ez li benda hewzeke wiha nebûm. Ez ji kesên ku nehatine vê derê ra tewsiye dikim. Ev tiştekî cuda ye."