Önder Beyter
02 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2019
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya hewayê ya herî nizim di bin sifirê da bi 22 pileyan va li Erdexanê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji rayedarên Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê pir ewrayî be, ji danê sibehê bi şûnda jî li Erzingan, Erzirom, Qers û Agiriyê dê bêhno bêhno berf bibare.
Li herêma ku germahî jî dê di asta pileyên demsalê da be, ba dê ji milên başûr nerm were.
Bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Erdexanê 22, li Qersê 21, li Erziromê 16, li Agiriyê 11, li Erzinganê 8 û li Îdirê jî 3 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj jî germahiya hewayê ya herî bilind li Îdirê 5, li Erzinganê 3, di bin sifirê da li Agiriyê 1, li Qers û Erziromê 2 û li Erdexanê jî 3 pile be.
Stûriya berfê li Erdexanê 30, li Erziromê 29, li Agiriyê 20, li Qersê 13 û li Erzinganê jî 3 santîmetre ye.
Stûriya berfê li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 91, li Navenda Kaşûnê ya Sariqamişê 79, li Navenda Kaşûnê ya Konakliyê 65, li Navenda Kaşûnê ya Ergana Erzinganê 54 û li Navenda Kaşûnê ya Yalnizçama Erdexanê jî 26 santîmetre hat pîvan.
Rayedaran diyar kir ku li herêmê ajokar û saziyên têkildar divê li hemberî xetereyên ku dibe ji ber cemed û hişkiyê û herwisa mij û bûsiyê çêbibin, baldar û bitevdîr bin.