03 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Li Çuxurcaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî rêxistina terorê da 9 kesên ku di nav wan da Servet Tuncê Şaredarê Çuxurcayê yê DBPyî û Halîl Dumanê Alîkarê Şaredar jî hene hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Çuxurcayê operasyona terorê birin ser hin navnîşanên li navçeyê.
Di operasyonê da Servet Tuncê Şaredarê Çuxurcayê yê DBPyî û Halîl Dumanê Alîkarê Şaredar, Hidir D, Mehmet K, Cumhur E, Ferhem A, Osman K, Kazim T. û Remzî K. hatin binçavkirin.
Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran dewam dikin.
Wek mayîn ekîbên polêsan li avahiya şaredariyê digerin.