Sevim Hatun
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
TRABZON
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan malbata Eren Bulbulê ku di 11ê tebaxê de di êrîşa mensûbên rêxistina terorî de şehîd ket ya li çoltera Maçkaya navçeya Trabzonê dimîne, ziyaret kir.
Serokomar piştî Kongreya Asayî ya 6emîn a Serokatiya Bajêr ya AK Partiyê ya Gumuşhaneyê Walîtiya Gumuşhaneyê û Şaredariyê ziyaret kir û paşê bi firokeyê ber bi Trabzonê ve hereket kir.
Li Balafirgeha Trabzonê rayedaran pêşwazî li Serokomar Erdogan û heyeta gel wî kir. Erdogan paşê hat kuçeya Haci Osmanoglu ya ser Taxa Navend a ser navçeya Maçkayê.
Erdogan tevî xanima xwe Emîne Erdoganê Ayşe Bulbula diya şehîd Bulbul û xuşk û birayên wî ziyaret kir.
Ziyareta ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin qasî saet û nîvekê kişand.