Türkan Tosun
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ANKARA
Warêla nefta Brentê li piyaseyên navneteweyî bi 76,29 dolarî tê firotin.
Warêla nefta Brentê duh bi 74,75 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 76,52 dolaran zêde bûbû. Nefta Brent îro jî 76,51 dolarî dest bi rojê kir. Warêla nefta Brentê îro serê sibê ji saet 09.04an pê va qismî kêm bû û bû 76,29 dolar. Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 70,69 dolarî hat firotin.
Rayedarekî payebilind ê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê duh bi rêya telekonferansê daxuyanî da rojnamevanan û got welatên mutefiq û şirketan daxwaz kiriye ku heta 4ê mijdarê ji Îranê ya ku endama herî mezin a Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) ye îdxalata neftê bê rawestandin.
Pisporan got piştî vê daxuyaniyê di piyasaya nefta kurewî da bihayê nefta xam bilez zêde bûye.
Pisporan destnîşan kir heke ji Îranê rojê 2 milyon warêl nefta xam bê rawestandin ewê tesîrê li ser piyasayên navneteweyî bike
Ji hêla din li Amerîkayê hefta borî li gor hefteya berê stokên nefta xam 9,2 milyon warêl kêm bû û bû 421, 4 milyon warêl. Li gor pisporan vê geşedanê jî tesîr li ser bihayê neftê kir ku ew zêde bibe.