İbrahim Atmaca
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 29 Hezîran 2018
GAZÎANTEP
Vegera penaberên ku ji bo Eyda Remezanê çûn Sûriyeya welatê xwe, dewam dike.
Nêzî 125 hezar penaberên ku li Tirkiyeyê dijîn, ji bo ku eyda eqrebayên xwe pîroz bikin û wan bibînin, di 21ê gulanê da ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê, di 23yê gulanê da ji Deriyê Sînor ê Karkamişê û di 18ê gulanê da jî ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê ra derbasî Sûriyeyê bûn.
Penaber piştî eydê ji 26ê hezîranê pê va ji Deriyê Sînor ê Karkamişê ra vedigerin Tirkiyeyê.
Penaber piştî kontrola ekîbên Midûriya Mihafazayê ya Gumrikê, derbasî Tirkiyeyê didin.
Ji penaberên ku vegeriyan Hesen Salih daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 4 sal e li Gazîantebê dijî.
Salih got ku dê û bavê wî li Cerablusê dijîn û ew ji bo eydê çû ziyaretiya wan û wiha dewam kir: "Cerablus pir xweş bûye. Dema ku em ji wê derê revîn, ew der di destê rêxistinên terorê da bû û em revî revî ji wir filitîn, lê niha bi rastî jî pir xweş bûye. Dilê min heye em salek an jî du sal şûnda barkim û bi malbata xwe va temamî vegerim wê derê."
Elî Talibî jî got ku ew 3 sal berê hat Gazîantebê û xwendekarê Zanîngeha Gazîantebê ye.