Fatih Gazioğlu
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
BURSA
Li Gursuya navçeya Bursayê di febrîqeyeke boyaxê de teqîn çêbû. Di encama têqînê de 5 karker mirin, 4 karker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, li ser rêya Bursa û Enqereyê di febrîqeyeke boyaxkirina ta de qazana hilmê teqiya. Piştî teqînê banê febrîqayê hilweşiya.
Rayedaran gelek tîmên ambûlans û îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Di encam teqînê de 4 karker cihê bûyerê yek jî gava ku rakirine nexweşxaneyê di rê de mir.
- "Niha 5 mirî û 4 birîndar hene"
Îzettîn Kuçukê Waliyê Bursayê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku piştî teqîn qewimî ew bilez çûne cihê bûyerê û wiha axivî:
"Niha 5 mirî û 4 birîndar hene. Birîndar me şandin nexweşxaneyan. Heta saetekê rewşa birîndaran wê diyar bibe. Ev cihê boyaxaneyê ye û unîteyên tekstîlê tê de bûn. Qazana ava germ diteqe. Niha der heqê sedema wê de em tiştekî nezanin. Li ser teqînê lêkolîna me didome. Îhmalek hebe em ê derxin holê. Teqînê zirar daye derdorên febrîqayê jî."