Haydar Şahin
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
EDIRNE
Li Edirneyê 5 tûleyên ku bi rêyên qaçaxî anîne welêt di bagaja texsiyekê da girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya midûriyeta Ewlekariya Edirneyê li ser îxbarekê texsiya ku A.P. diajot dan sekinandin.
Ekîb li wesayîtê geriyan û di lêgerînê da 3yên wan şêrên Çînê, yekê wan Shar Pîe û yekê wan jî Pug bi tevahî 5 tûle dîtin.
Ajokar A.P. û M.K.yê ku di wesayîtê da bû birin midûriyeta ewlekariyê û piştî jêpirsînê serbest berdan. Cêwrikên ku hatin dîtin jî ji kontrola beytar derbas kirin û hildan bin parastinê.