18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
ANKARA
Hêzên ewlekariyê digel şert û mercên dijwar ên zivistanê, di operasyonên xwe yên dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz da berdewam in.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, Operasyona Yekîneya Hevpar a Ala-33 ya li dewrûbera Diyarbekirê ya dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz berdewam e.
Bi destê hêzên ewlekariyê, li devera gundê Gomeça li ser navçeya Hênêyê, gelek alav û amûrên jiyanê yên ku terorîstan di stargehan da veşartibûn, hatin qefaltin.