20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2016
HAKKARÎ
Li Çukurcaya Hekariyê di pevçûna ku bi endamên PKKya rêxistina terorê ra derket da 2 leşker şehît bûn û 5 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li herêma Guvendagiyê di operasyona li dijî endamên PKKyê da pevçûn derket.
Hat diyarkirin ku di pevçûnê da 2 leşker ketin û 5 leşker jî birîndar bûn û leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li herêmê operasyon dewam dike.