Sevim Hatun
20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
KONYA
Li Konyayê di çarçoveya lêpirsîna der heqê Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Parele (FETO/PDY) de, 40 eskerên birutbe yên li Fermandariya 3yemîn ya Baregeha Jetê ya Sereke wezîfedar bûn hatin binçavkirin.
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Konyayê der barê FETO/PDY de dabû destpêkirin dewam dike.
Di vê çarçoveyê de ji bo 47 eskerên birutbe yên li Fermandariya 3yemîn ya Baregeha Jetê ya Sereke wezîfedar bûn biryara binçavkirinê hat dayîn. Di operasyona ku hevwext hat birêvebirin de 40 eskerên birutbe hatin binçavkirin.
Bersûcên ku ji kontrola tendûristiyê derbas kirin, birin ewlekariyê.