Türkan Tosun
04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
ANKARA
Soylu: "Êdî Qendîl ji bo me ne hedefeke dûr e. Li herêma bakurê Iraqê li devera Xwakurkê gelek noqte û cih hatine bidestxistin."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: "Miletê me bira nebêje 'ka dê Qendîl çawa be'. Ji bo me niha ya girîng çaxê wê ye."
Soylu: "Heta dawiya salê em ê 16 hezar û 500 polêsên din jî hildin. Em heta 2021an cendirmeyê xwe dikin profesyonel, ji 2016an heta îro me 42 hezar û 174 cendirmeyên pispor hilda, hejmara me bi tevahî derket 195 hezarî. Em ê her sal 25 hezar cendirmeyî hildin û profesyoneltiyê temam bikin. Me ji bo asayîşa qeraxan jî par nêzî 647 personelan hilda. Bekçiyên sûk û taxan bi tevahî di sala 2016an da bi yên berê va 3 hezar û 520 bû. Di 2018an da bi kesên ku tên hildan va me hejmar derxist 18 hezar û 500î. Em vê gavê ji bo 7 hezar kesî derketin îlanê, em ê 10 hezar kadroyên nû jî hildin."
Soylu: "(Operasyona dijî Qendîlê) Ev meseleya operasyonê nîne, meseleya lêrastanînê ye."
Soylu: "Em ê Qendîlê ji bo Tirkiyeyê bikin ciyekî ewle. Bira gumana kesî ji vê yekê tunebe."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: "Em Tirkiyeyê niha tînin rewşeke baş. Em naxwazin ji aliyê din ê okyanusê, ji DYAyê mêrik ji me ra tiliya xwe bihejîne."
Soylu: "(Şaredariyên qeyûm lê hatin wezîfedarkirin) 650 milyon lire deynê kamuyê, deynê esnaf hat dayîn. Deynê şaredariyan hebû, hemû hatin dayîn."
Soylu daxuyand di nav sal û nîvekî de li şaredariyên ku qeyyûm hatine wezîfedarkirin 4,2 milyar lire veberhênan hat kirin.
Soylu: "(Gotinên Înce yên ku ji bo Metîn Temel got) Peyama ku dide ne ji bo miletê me ye, ji bo PKKê ye. Dibêje 'Tu qet meraq neke Efrîn hilda, ez ê tola vê piştî 24 hezîranê ji hildim'. Tu meraq neke, ev milet jî wê tolê bi te nede hildan."
Soylu: "(Ji ber sedemê ewlehiyê veguhastin û bihevakirina sandoqan) Heya ku em qadê ji PKKyê paqij bikin em ê vê sepanê bidomînin."
Soylu: "Min bi eşkere got, dibe ku dîsa hêrsa xwe ji min bînin. Min ji şaredariyan ra, ji şaredariyên CHPyî ra jî, ji hemûyan ra got avahiyên metruk hilweşînin. Heke kesek ji we ra tiştekî bibêje, bibêjin 'Wezîrê Karên Navxweyî' telîmat daye."
Soylu: "Ji serê salê vir va 60 hezar avahiyên metrûk hatin tesbîtkirin. Me ji wan 20 hezar hilweşandin, xebata li ser 2 hezaran dewam dike. Ji 3yê Hazîrana 2018an pê va hejmara girtiyên ji ber hişbirê 9 hezar û 484 kes e."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: "Heta niha me 1750 gundparêzî kir çawiş, emê vê hejmarê bikin 5 hezar. 5 hezar gundparêzên me, piştî ku bibin çawişê pispor dê ew mafê wan jî çêbe ku bibin serbaz. Heger gundparêzek pergalê baş biparêze dê bibe serheng jî û dê bibe general jî."
Soylu: "Di têkoşîna FETOyê da ji 15ê Tîrmehê heta niha 34 hezar û 127 kes girtî ne. Di Wezareta Karên Navxweyî da hejmara kesên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin 14 hezar û 975 kes, hejmara kesên hatine îxrackirin 31 hezar û 429 kes, hejmara kesên ku îadeyî karên xwe bûn jî 9 hezar û 360 kes... Li tevahiya welêt jî 27 hezar û 923 personelên qamûyê ji wezîfeyê hatine dûrxistin, 144 hezar û 396 hatine îxrackirin, 40 hezar jî îadeyî wezîfeya xwe bûne."